Di avahîya ku li Qonyayê hilweşîya de 2 kes mirin, 3 kes hatin xelaskirin

Di avahîya ku li Qonyayê hilweşîya de 2 kes mirin, 3 kes hatin xelaskirin

Ji 5 kesên ku di avahîya li Qonyeyê hilweşîyabû de bûn 3 kesên wan ji teref ekîbên AFADê ve bi saxîtî hatin xelaskirin, 2 kes jî canê xwe ji dest dan.

Bûyer, doh di seat 20.00an de li navçeya Beyşehîrê pêk hat.

Piştî bûyerê ji cîhê avahîyê re gelek ekên AFAD, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Piştî xebateke demdirêj 3 kes bi saxîtî hatin derxistin.

Di encama qezayê de 2 kes jî canê xwe ji dest dan.

Hat hînbûn ku rewşa mirovên ku sax hatine xelaskirin baş in. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.