ÎTTÎHADUL ULEMA îcazeta 10 ji wan hafiz 74 kesan da wan

ÎTTÎHADUL ULEMA îcazeta 10 ji wan hafiz 74 kesan da wan

Îro li Diyarbekirê ji bo wan feqîyên ku ilmên xwe qedandin ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve merasîmeke îcazetdayînê hat tertîpkirin.

Merasîma îcazetdayînê li Avahîya Navendî ya Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ ya li Diyarbekirê hat tertîpkirin. Alimên ku ji 4 parçeyên Kurdistanê û ji çar alîyê cîhanê ji bo bernameya Mewlida Nebî hatibûn Diyarbekirê jî beşdarî merasîmê bûn.

Bernameya îcazetdayînê bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir û bi axavtinên derbarê ehemîyeta rojevê û rojê de berdewam kir.

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ Mela Enwer Kiliçarslan di merasîmê de axavtinekê kir û got “Em ilmê tahsîl dikin da ku karibin Quranê bixwînin û fam bikin. Quran kelama Xwedê ye. Xweda ji bo çi vê Quranê ji me re şandiye? Ji bo ku em wî nas bikin, rizaya wî qezenc bikin û bikevin cenneta wî û ji bo naskirina dijminên wî ev Quran hatiye şandin.Xweda di vê Quranê de du rêyan nîşanî me daye. Yek cennet a din jî cehennem e.Nasîna vê rêyê bi Quran û ilmê mimkûn e. Em ji bo maaş, fitir û zeketan hînî ilmê nabin. Em ilmê tahsîl dikin da ku em Xwedê nas bikin.”

Di navberê de 10 ji wan hafiz 74 kesan icazetên xwe ji destên seydayên herêmê û ÎTTÎHADUL ULEMAyê girtin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.