Ji Şaredarîya Sêrtê re qeyûm hat avêtin

Ji Şaredarîya Sêrtê re qeyûm hat avêtin

Walî Kemal Kizilkaya ji teref Wezareta Karên Hindir ve ji Şaredarîya Sêrtê re wek qeyûm hat wezîfedarkirin.

Hevseroka Şaredarîya Sêrtê Sofya Alagaş di dema ku wek “rojnameger” dixebitîya de derheqê wê de ji sûca “endambûna ji rêxistina terorê” ve doz hatibû vekirin, doh ji teref Dadgeha Cezaya Girana 5emîn a Dîyarbekirê ve 6 sal û 3 meh cezaya hefsê lê hat birîn.

Wezareta Karên Hindir, piştî cezaya ku ji Alagaş re hat dayîn Walî Kemal Kizilkayayê jî wek qeyûm tayîn kir.

Polês derdorê avahîya şaredarîyê girt û ji partîyîyên DEMê re jî xeberê şandin ku qeyûm hatîye avêtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.