
Li Hîndistanê di dema ayînê de sehne hilweşîya: 7 mirî
Li wîlayeta Uttar Pradeşa bakurê Hîndistanê di dema rîtûela dînî de sehne hilweşîya, di encamê de herî kêm heft kes mirin, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Bûyer, li herêma Baghpata Uttar Pradeşê pêk hat.
Li gorî polêsê Hîndistanê sehneya ku ji bo rîtûela dînî bê bicîhkirin hilweşîya.
Di dema bûyerê de herî kêm 7 kesên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hene canê xwe ji dest dan, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku sehne bi bambû û tehtikan hatîye çêkirin, û ji ber ku bar giran bûye hilweşîyaye.
Hat destnîşankirin ku mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.