Li Kurdistana Başûr bi balafirên bê însan ên çekdar êrîş: 4 karker mirin

Li Kurdistana Başûr bi balafirên bê însan ên çekdar êrîş: 4 karker mirin

Doh êvarî bi balafirên bê însan ên çekdar êrîş li Sehaya Xazê ya Kor Morê ya li Silêmanîyê hat kirin.

Di encaama êrîşa ku hat kirin de li tesîsa xazê teqîn pêk hat û şewat derket. Hat hînbûn ji ber êrîşê 4 karker canê xwe ji dest dan û di tesîsê de zirareke mezin pêk hat.

Serokê Şaredarîya Çemçemalê Rumak Remezan derbarê mijarê de destnîşan kir hêj ti kesî êrîşê negirt li ser xwe.

Fermandarîya Operasyonên Hevpar jî derbarê mijarê de destnîşan kir, kesên ku êrîşê li dar xistine dê bên cezakirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî derbarê mijarê de daxuyanîyekê belav kir û êrîşa ku hat kirin şermezar kir.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.