Li Pakistanê tankera LPG barkirî teqîya: 6 mirî, 30 birîndar
Li wîlayeta Pencapa Pakistanê, di encama teqîna tankera LPG barkirîbû de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Li bajara Multana girêdayê wîlayeta Pencapê tankerek LPG barkirî teqîya.
Di encama teqîna ku li herêma senayîyê pêk hat de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran destnîşan kirin şewata ku derket di encama xebatên bi seatan de hat vemirandin.
Bi tesîra teqînê hinek wesayît û avahî jî zerarê dîtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.