Li Qonyayê der barê hilweşîna avahîyê de 6 kes hatin binçavkirin

Li Qonyayê der barê hilweşîna avahîyê de 6 kes hatin binçavkirin

6 şikdarên ku der barê hilweşîna avahîyekî 4 qatî ya li taxa Selçukluyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Karûbarên binçavkirinê yên 6 şikdarên ku bi talîmata Serdozgeriya Komarê ya Qonyayê hatibûn girtin temam bûn.

Şikdar gerînendeyê dikana masîyan Kazım F., xwedîyê qehwexaneya berê Kemal O, xwedîyê dikanan Hakkı Î. û Mehmet P., şêwekarê hundir Tuncer D. û Volkan D. ku karê nûjenkirina firoşgeha masiyan dikirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.

Dadweriya Cezayê ya Asayîşê 6 şikdar piştî îfadeya wan hatin girtin.

Hat îddîakirin ku şikdarên bi navê Kazım F. û Kemal O. gotin ku wan dîwarê dikanê şikandine û ji du cihên cuda derî vekirine.

Li navçeya Selçukluya Qonyayê di 24ê Çileyê de avahiyeke 4 qatî ku li Kolana Beyşehîrê bû hilweşiya.

Di bûyerê de 3 kesên di bin xirbeyan de mabûn hatin rizgarkirin û 2 kes mirin.

Di çarçoveya tehqîqatê de 6 kes hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.