
Li Rihayê tir û wesayîtek li hev qelibîn: 1 birîndar
Li navçeya Eyyûbîya Rihayê wesayîtekî û tirekî li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî birîndar bû.
Qeza, li nêzê gundê Koçorenê pêk hat.
Hat îfadekirin ku di encama qezayê de şofêrê wesayîtê M.H.A. di nav wesayîtê de asê ma.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê q ezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Şofêrê ku di nav wesayîtê de birîndar bûbû û asê mabû ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat derxistin û teslîmî ekîbên tenduristîyê hat kirin.
Mirovê birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.