Mêşvanan hêvî dikin ku îsal randimana hungivan zêde be

Mêşvanan hêvî dikin ku îsal randimana hungivan zêde be

Hilberînerên hungiv ên ku par ji ber germa zêde û guherîna avhewayê kêmbûneke cidî di berhema hungivan de dîtin, ji ber barîna baranê hêvî dikin ku îsal randimana hungivan zêde be.

Hilberînerên hungiv ên Sasona navçeya Êlihê, piştî germ buna hewa û vebûna kulîlkan dest bi lênihêrîna qewanan kirin.

Hilberînerên ku bi kelecanek mezin lênihêrînên hungivên xwe dikin, ji berhema hungivên îsal bi hêvî ne.

Nesîm Şahîn, diyar kir ku ew nêzî 22 sal in li navçeya Sasonê mêşvaniyê dike, daxuyanî da nûçegihanê ÎLKHAyê û got ku ew ji vê karê pir hez dike.

Şahînê ku got bi kare mêşvanîyê debara mala xwe dike wihe peyivî, “Ez ji vî kare nan dixwim. Aniha heyama lêniherîn û zêdekirina mêşhingivan e. Em hungivan dabeş dikin, zêde dikin. Mêşhingivên dê xweyî dikin. Îsal pir xweş barna barîya. Bi xêra baranan kulîlkên me jî ava xwe standin. Ji ber vê em îsal hêvîya randimaneke zêde dikin.”

Şahîn got ku sala çûyînê randımana ku dixwestin ji hundivê nedîtin, got ku, “Sala çûyînê min nêzî 3 tonan hungiv girt. Em îsal dixwazin ku zêdetir bigirin. 450 qewanên min hene. Em hungivê bêhtir perkende difiroşin. Hungivê organik dilhilbirînim. Sala çûyînê me kiloya hungivê bi 700-750 da, lê ez dibêm wê bi 1 hezarî bê firotin.

“Xwedê nesîb bike emê berhemekê xweş bigirin”

Bayram Çelîk diyar kir ku ev nêzî 22 sal e li navçeya Sasonê mêşvaniyê dike got ku, “ji ber ku şênkayîya Sasonê dewlemende em hungivên bikalîte bi dest dixin. Îsal baran baş barîya. Xwedê nesîb bike emê berhemekê xweş bigirin. Daxwaza me ji dewletê çêkirina rêyên zozanan çêkin. Em ji Edeneyê jî qewanên vala tînin. Heger mimkûn be li vê herêmê navendek hilberîna hungiv bê avakirin em ê xebatên xwe hîn zêdetir pêş bixin.”

“Mêşên me hingivê xweş çêdikin”

Çelîk got ku hungivên wan pir biqelîte ye û got ku, “Ji ber ku xweş hungiv didin û ne êrîşkar in em bêhtir li ser mêşhungivên Qefqas dixebitin. Hungiva me ji Hungivê Anzer xweştir e. Em vêya îdia dikin. Ji ber ku reklama me tuneye em bê xwedî mane. Ji ber vê yekê hingivê me li seranserê Tirkiyeyê rexbetê nabîne. Em her sibe tên cem mêşhungivên xwe. Ez hêvî dikim ku em ê karê bavê xwe bi pêş bixin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.