11 kesên ku li Êlih û Şirnexê mehsûr mabûn hatin xelaskirin
Hat ragihandin 11 kesên ku li Êlih û Şirnexê mehsûr mabûn hatin xelaskirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li gundê Yeşîloza Êlihê 2 jê zarok û 2 jê pîrek tevde 7 kes ji ber berfê de di rê de asê man. Her wisa li Beytûşşebaba Şirnexê jî 4 kesên ku hewl didan herin mala xwe di rê de ji ber berfê asê man. Di encama xebatên ku hatin kirin de 11 kesên ku li Êlih û Şirnexê mehsûr mabûn hatin xelaskirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.