111 binefser hatingirtin
111 binefserên ku di bergeha lêpirsîna FETO de hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Hat ragihandin 111 binefserên ku di bergeha lêpirsîna FETO de hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Berî niha derheqê rêxistîbûna FETO ya di nav TSKyê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di bergah vê lêpirsînê de derheqê 180 şikdarî de qerara binçavîyê hatibû dayîn ku di encama operasyonên hemwext de 180 binefser hatibûn binçavkirin.
Di encama mehkemeya ku hat dîtin de 40 binefser serî li qanûna poşmanîyê dan, 2 binefser ji ber guherîna delîlan û 27 binefser jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan û 111 binefser jî hatin girtin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.