14 sal paşê ji Urdunê ji Helebê re sefer hat kirin

14 sal paşê ji Urdunê ji Helebê re sefer hat kirin

Bargirê al ê Urdunê ji bajara Heleba Sûrîyeyê re sefera ceribandinê li dar xist.

Balafireke balgirê al ê Urdunê doh ji bo amadekarîya ji nû ve destpêkirina sefaran ji Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê re sefereke ceribandinê li dar xist.

Televîzyona Dewletê El Mamlaka, diyar kir ku sefer heftekî berê piştî temîrkirina Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ku ji nû ve hatibû vekirin hatîye kirin.

CEOyê şîrketê Samer Majalî di daxuyanîya ku da de, destnîşan kir ku balafirên Urdunê ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê re xwe daxist, şîrketa ewil e di warê navneteweyî de.

Majalî, destnîşan kir ku ev balafira ku çûye ji bona ku binirxînin gela balafirgeh ji seferan re mûnasîb e an jî ne sefera ceribandinê pêk anîtîye û di nav balafirê de jî lijneyek ji rayedarên Otorîteya Hewayîya Sîvîl a Urdunê û rayedarên dinê jî hebûne.

CEOyê şîrletê diyar kir ku heger hazirî temam bibin ew ê di nav meha hatî de ji Helebê re seferên fermî bidin destpêkirin.

Urdun, meha borî ji Şamê re seferan dabû destpêkirin û niha ji Şama paytext re di nav hefteyê de 11 seferan pêk tîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.