144 hezar geştyar di Îda Qurbanê de Hewlêrê zîyaret kirin
Midurê Giştî yê Geştyarî ya Hewlêrê Dîler Muhammed di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Di tenê 4 rojên Îda Qurbanê de ji Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên biyanî 144 hezar geştyar Hewlêrê zîyaret kirin.”
Muhammedê ku diyar kir îsal geştyarên ku Hewlêrê zîyaret kirin li gorî salên parîn zêde ne weha got, “Ev jî bi xêra plana me ya geştyarîyê çêbûye”
Her sal di îd û tetîlan de ji Iraq û welatên biyanî bi hezaran mirov Herêma Kurdistanê zîyaret dikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.