16emîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan a Hewlêrê hat vekirin
"Pêşangeha Navnetew ya Pirtûkan a Hewlêrê" ku îsal bo cara 16emîn hat lidarxistin, bi dirûşma "bixwîne, aqilê te ne çêkirî ye" dîsa bi pirtûkhezan re hat cem hev.
Îsal 300 weşanxane ji 22 welatan beşdarî pêşangeha pirtûkan bûn ku bi beşdariya Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li parka Samî Abdurrahman hat vekirin.
Fûara ku wê 10 rojan semînerên cihêreng, îmzekirina pirtûkan, şevên muzîkê û çalakiyên hunerî bên lidarxistin, wê di navbera 17-27'ê Nîsanê de her roj saet di navbera 10:00-20:00 de vekirî be.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.