2 kolberên din canê xwe ji dest dan
Li ser sînora Kurdistana Başûr û Rojhilat 2 kesên ku kolberîyê dikirin canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin welatîyekî ku kolberîyê dikir bi berika ku ji teref leşkeran hat berdan canê xwe ji dest da û kolberekî din jî ji cihekî bilind ket û canê xwe ji dest da.
Tê diyarkirin bûyer li bajaroka Belkesora girêdayê Xoya Kurdistana Rojhilat pêk hat. Navê kesên ku canê xwe ji dest dan Loqman Çargoşe û Keywan Kewserî ye. Di encama berdana berikan a ji teref leşkeran ve de 2 kesên bi navê Mensûr Çargoşe û Meysem Muhammedî jî birîndar bûn.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.