
2 zarokên ku heywan diçêrandin ji ber teqîna cismekî nediyar wefat kirin
2 kesên bi navê Yusuf Ata û Caner Sak ên ku ji bo çêrandina heywanan derketibûn çoltera gundê Yemîşlî ji ber teqîna cismekî nediyarê ku dîtibûn, wefat kirin.
Bûyer doh derdora seat 15.00an de li gundê Yemîşlîya Bêtûşebaba Şirnexê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Yusuf Ata û Caner Sakê ku li deştê heywanên xwe diçêrandin li rasta cismekî nediyar hatin. Cisimê nediyar di destê zarokan de teqîya.
Ji ber teqînê de her du xort birîndar bûn û bi helîkopterê hatin rakirin nexweşxanê.
Digel temamê midaxaleyan Yusuf Ata û Caner Sak li nexweşxanê canê xwe ji dest dan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.