AFAD: 18 hezar û 342 kes canê xwe ji dest dan, 74 hezar û 242 kes birîndar bûn
AFAD, daxuyand ku di encama erdheja ku li Mereşê pêk hat de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 18 hezar û 342 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 74 hezar û 242 kesan.
Li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24 an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin. Piştî erdhejan; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.
Piştî erdhejê li bajarên Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî, Hetayê û Xarpêtê hejmarê personelên ku di sehayê de dixebitin gihaşt 110 hezar û 571 kesan.
Ji herêma afetê re bi tevî ekskavator, kêşvan, vînç, dozer, qamyon, arazoz, treyler, qlêder, vîdanjor û makîneyên kar yên wek wan 5 hezar û 557 erebe hatin sewqkirin.
Li gorî agahîyên dawî yên ku ji teref AFADê ve hatine belavkirin, ji ber erdhejê 18 hezar û 342 kes canê xwe ji dest dan, 74 hezar û 242 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.