Ahmet Turan Kiliçê ku mexdûrê Doza Sêwasêbû tê tahlîyekirin
Cezaya Ahmet Turan Kiliçê 86 salî yê ku piştî bûyerên Sêwasê cezayê îdamê jê re hat dayîn ji teref Serokomar Erdogan ve ji berproblemên tenduristîyê hat rakirin.
Ji Ahmet Turan Kiliçê ku mexdûrê Doza Sêwasê bû re di encama darizandina ku hatibû kirin de cezaya îdamê hatibû dayîn û piştî ku îdam hatibû rakirin re cezaya hatibû qulibandin cezaya hepsa mueebet ev bû 26 sal ku di girtîgehê de ye. Nasên Kiliç ev bû demeke dirêj ku teleb dikirin ku Ahmet bê berdan, lewra ew Ahmet ne beşdarî bûyerên Sêwasê bûye û hetta wê demê ne li wê derê jî bûye.
Di Rojnameya Fermî ya ku îro hat weşandin de hat diyarkirin cezaya Ahmet Turan Kiliç ji teref Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye rakirin.
Piştî vê qerarê tê hêvîkirin ku Ahmet Turan Kiliç bê tahlîyekirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.