Ambûlans gêrê şerempolê bû: 6 birîndar
Li navçeya Kanî Reşa Çewligê, ambûlansekî gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.
Ambûlans, li herêma gundê Xelîfeya ku li ser rêya Çewlig-kanî Reşê ye ji rê derket û gêrê şerempolê bû.
Di encama qezayê de 6 kesên ku di ambûlansê de bûn birîndar bûn.
Hat îfadekirin mirovên birîndar bi ambûlansên dinê ên ku hatin cîhê bûyerê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Çewligê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.