Antîbiyotik dê êdî li gor netîceya testan bên dayîn
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag di civîna ku beşdarî bû de destnîşan kir antîbiyotik dê êdî li gor netîceya testan bên dayîn.
Li otelekê civîneke bi navê ‘Akılcı Antibiyotik Kullanımı Lansman Toplantısı’ hat lidarxistin. Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag jî beşdarî vê civînê bû di derheqê dayîna dermanên antîbiyotik de axavtinek kir. Akdag di axavtina xwe ya ku di derbarê emelkirina antîbiyotîkan de wiha destnîşan kir: “Ger ku encamên testan beta derkeve pêwîst e ku antibiyotik bê bikaranîn, lê ger ku beta dernekeve hewce nake ku antibiyotik bê bikaranîn. Ji îro pê ve mîkrova betayê dê di 5 deqiqeyan de karibe bê tespîtkirin û dê antibiyotik li gor van testan bê dayîn.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.