Aqûbeta wan xortên Kurd ên ku PKK/YPGê ew bi zorê çekdar kirin nediyar e
Muslim Muhammedê ji rayedarên ENKSê destnîşan kir PKK/YPGê li Sûrîyê ji bilî xwe hebûna tu Kurdekî din qebûl nake û got “Aqûbeta wan xortên Kurd ên ku PKK/YPGê ew bi zorê çekdar kirin nediyar e.”
Endamê Polîtburoyê yê PDKS û Endamê ENKSê Muslim Muhammed derheqê berîya harekata Tirkîyê ya li hember PKK/YPGê ûm piştî hareketê daxuyanîyên balkêş da ÎLKHAyê.
Muslîm Muhammed di daxuyanîya ku da de hişyarî kir da ku artêşên Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê ji teref Tirkîyê ve bên xistin bin kontrolê û dû re wiha got: “Divê Amerîka wê mutabaqatê taqîb bike. Niha leşkerên Rûsya û rejîmê derbasî Minbiç û Kobanê. Harekata Tirkîyê gava ewil bû û ew ê dewama wê jî bê.”
Muslîm Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek ENKS û PDKSê terefdar in ku problem bi gotûbêjê bên çareserkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ti problem û mesele bi şer, kuştin û koçê nayê çareserkirin. Gelo tiştê rast çi ye? Divê pêwendî û têkilî hebe û divê mesele bên gotûbêjkirin. Ji xwe di dawîya temamê herban de pêvajoyeke gotûbêjê dest pê dike. Feydeya vî şerî ne ji xelkê Sûrîyê re ne jî ji xelkê Kurd re tune ye. Bi heman awayî ew ê feydaya vî şerî ji Tirkîye û welatên cîran re jî çênebe.”
“Divê bi demografîya herêmê neyê lîstin”
Muslîm di berdewama axavtinê de diyar kir li rojhilata Feradê Ereb, Çerkez, Tirkmen û Kurd digel hev pêkve dijîn, lê ew herêm Kurdistana Sûrîye ye û ew ê Efrîn bi xwe jî daxilî vê yekê bibe. Muslîm dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tê diyarkirin ew ê bi milyonan kes li wê herêma bi ewlehî bên bicîkirin. Divê bi demografîya herêmê neyê lîstin. Ger ev tiştê ku tê plankirin bê sepandin ew ê bibe netîceyên nebaş û ew ê digel xwe hinek probleman bîne. Lewra ger 3 milyon kes li wê herêmê bê bicîkirin –ji xwe li temamê herêmê 3 milyon kes najî- ew ê demografîya herêmê bê gihartin. Em wek ENKSê ji vê rewşê razî nînin. Heqîqetek heye; ew kesên ku ji van herêman koç kirine, ango kesên ku ji axên Sûrîyê koç kirine divê vegerin li wan cihên ku jê koç kirine û li wê derê bi cî bibin. Divê gelê Kobanê, Gire Spî, Serê Kaniyê, Amûdê, Qamişlo vegerin warên xwe. Nexasim ew Kurdên ku niha li Tirkîyê djîn û bi eslê xwe ehlê van bajaran in pêwîst e vegerin warên xwe. Ev tiştê ku em qala wî dikin heqîqetek e. Bi heman awayî divê gelê Raqqa, Deyrezorê jî vegerin memleketên xwe û ev yek mafê wan e. Li gor me divê hemû kes vegere wan cihên ku berî niha lê dijîya û ji ber sedemekê terka wê kir û divê li wê derê bi cî bibin. Ger hemû kes vegerin warên xwe wê demê dê tevlîhevî û alozî çênebe û ew ê rewş baş bibe.
ENKS beşek ji muxalefetê ye.Biya me divê demografîya herêmê neyê guhartin û ev guhartina ku îhtîmal e çêbibe neya qebûlkirinê ye. Divê ev yek neyê kirin. Hemû kes daxuyanîyên ku me belav kiriye dizanin. Temsîlkarên ENKSê him li Stenbolê û him jî li Sûrîyê hene. Ev tim bi hev re di nav pêwendîyê de ne û helwestên xwe yên derheqê bûyeran de ji hev re radigihînin.”
“Divê xelkê herêmê di nav wê birêveberîya mehelî ya ku dê bê damezrandin de hebe”
Muslîm di berdewama daxuyanîya xwe bang li Tirkîyê kir û got ‘li wan herêmên di bin kontrola Tirkîyê de divê xelkê herêmê di nav wê birêveberîya mehelî ya ku dê bê damezrandin de hebe.’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:
“Kobanîya ku DEAŞ ketibûyê wêran û talan bû. Xelkê ku Kobanê dijîya bû koçber û belavî çar alîyê dinyayê bû. Ji ber vê yekê em naxwazin cardin tiştên wisa pêk bên. Em vê yekê ji bo temamê Sûrîyê û nexasim jî ji bo wan herêmên ku em lê ne dixwazin. Em naxwazin cardin xelk bibe koçber û penaber. Ger xelk dîsa bibe koçber ew ê warên wan vala bimîne û ew ê xelk wargehên xwe terk bike. Ger ev tişt biqewimin ew ê hinek kesên din bên û di malên wan de bi cî bibin.
Ez cardin bang dikim; bila ew kesên ku sîwîl in vegerin malên û gundên xwe da ku warên wan xalî nemîne û guhartin çênebe. Ew ê li herêmê birêveberîyek bê damezrandin û divê xelkê herêmê di wê birêveberîyê de hebe, ger ev yek çêbibe dê gelekî baş bibe.Weke ku me got, divê xelkê herêmê ango Kurd di nav wê birêveberîya mehelî ya ku dê bê damezrandin de hebin. Ev pêwîst e. Kesekî ku ne ji wê herêmê be û were di wê birêvebertîyê de serokatîyê bike ev yek xelet e û ne tiştekî dirist e.”
“Aqûbeta wan xortên Kurd ên ku PKK/YPGê ew bi zorê çekdar kirin nediyar e”
Muslîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dijber e ku xort ji teref PKK/YPGê ve biz zordarî û zextan bên çedkarkirin û bên birin leşkerîyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez dixwazim xaleke din jî bînim zimên ku ew jî leşkerîya mecbûrî ye. Li herêmê xortên 18 salî û ji yên 18 salî biçûktir di bin navê leşkerîyê naçar de dibin. Em wek ENKSê derheqê vê mijarê de helwesta xwe diyar kiribû û me gotibû ku ev leşkerîyê ku tê xwestin bê sepandin tiştekî baş nîne, divê dawî li vê xeletîyê bê anîn. Niha em jî rewşa wan xortên ku di bin navê leşkerîya naçar hatine birin nizanin. Ji ber ku em di qada leşkerî de nîn in em aqûbeta wan nizanin.”
“Divê Tirkîyê xelkê muhafeze bike da ku zirar negihijiyê”
Muslîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Efrînê li hember xelkê xeletî hatin kirin ku ev yek jî bûn sedem xelk bitirsin ku ji bo heman xeletî neyên kirin divê Tirkîye xelkê muhafeze bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hinek leşkerên Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê neheqî û tehdayî li xelkê kirine ku divê ew leşkerên Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê ji teref Tirkîyê ve bên kontrolkirin. Gotineke Kurdan heye; ku ji şîr devê wî bişewite pif dike dew. Weke ku hûn jî dizanin bi rastî jî rewşa Efrînê qet nebaş e. Li gorî agahîyên ku gihane li ber destên me gelek îşkence li xelkê Efrînê hat kirin. Ji ber vê yekê ew xelkê li rojhilata Feradê ji tiştên ku pêk hatine dê bitirse. Lewra berî niha ji wan tiştên ku qewimîbûn re bûbû şahid û bihîstibû. Lewra tecrubeyeke tehl bû. Kesên ku niha li herêmê ne berî niha tevlî wê operasyona ku li Efrînê hatibû kirin de bûn. Hinek ji wan navên xwe guhartine û hinek jî qet navên xwe neguhartine. Ez dixwazim vê yekê bibêjim. Bi rastî jî li van deran tiştên gelek nebaş dikin û zilmê dikin.Niha li Serê Kanîyê dizîyê dikin, kesên ku mal û milkên wan tê dizîn bes ne Kurd in, Ereb jî hene. Ji xwe li Girê Spî û li wan herêmên din Kurd ji ber tirsa kuştinê revîyan. Lewra ditirsîya ku ew leşkerê ku bê herêmê wan bikuje ku ji ber vê yekê herêmê terk kir. Ji ber vê yekê divê Tirkîye dest bavêjê meselê û kontrolê têxe destên xwe da ku tiştên xiraptir pêk neyên. Lewra ew leşkerên ku di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê de digel Tirkîyê dikeve herêmê zilm û neheqîyê li xelkê herêmê dikin û zirarê didin wanan. Em daxwaz dikin ku Tirkîyê kontrola wan leşkerên ku Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê têxe destên xwe. Lewra kesên ku diîyê dikin, zirarê didin xelkê û xelkê sîwîl dikuje ev leşker in. Divê ev leşker bên xistin bên kontrolkirin û pêşîya wan bê girtin da ku van tiştan nekin. Ger ev leşker neyên xistin bin kontrolê û sînorek neyê danîn li ber wan him ew ê navên wan bi nebaşî û pîsîtîyê û him jî ya Tirkîyê derkeve. Lewra ew digel Tirkîyê hereket dikin. Ji ber vê yekê divê Tirkîye wanan têxe bin kontrola xwe.”
“Zihniyeta PKK/YPGê ji xwe pêve qebûlnekirina tu kesî hatiye damezrandin”
Muslîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK/YPG ji wan kesên ku ne ji wî ne re tehemûl nake û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:
“Em wek ENKSê di nava 8 salan de 3 caran bi wan re peyman îmze kir. Digel van peymanan PKK/YPGê ofîsên me şewitand, endam û hevalên me revandin, xistin girtîgehê û kuştin. Dîsa heman PKK/YPG bi çekan mudaxeleyî xebatên me kir û însanên me kuşt. Bi kurtasî li herêmê kesên ku fikr û ramana wan qebûl neke divê bê cezakirin. Ev tiştên ku ku ez qala wan dikim niha jî berdewam dikin. Dost û hevalên me û endamên partîya me ji teref wan ve hatine desteserkirin.”
“PKK/YPG muxalifên Kurd teslîmî rejîmê kir”
Muslîmê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK/YPG hebûna Kurdên muxalif qebûl nake wisa li axavtina xwe zêde kir: “Wek mînak, hevalek me li Efrînê hebû û navê wî Evdirrehman Apo bû. Dema ku Tirkîye têket Efrînê YPGê ew berned, digel xwe bir Heleb, Şam û Qamişloyê û dû re ew teslîmî rejîmê kir. Piştî çendakî ew hat berdan. Niha jî hevalên me yên ku hepsan de tên girtin hene.”
“Divê temamê hêzên biyanî ji Sûrîyê derkevin”
Muslîmê ku diyar kir divê temamê hêzên bîyanî yên li Sûrîyê ji Sûrîyê derkevin di berdewama axavtina xwe de fikr û ramanên ENKSê yên derheqê vê mijarê de wisa anî zimên: “Ji mêj ve nêrîna me ya derheqê vî şerî de ev e: Em naxwazin ne Hîzbûllah, ne Îran, ne Rûsya û ne jî Tirkîye bikeve Sûrîyê û mudaxilî wan bûyerên ku pêk tên bibin. Li Sûrîyê pêvajoyeke şoreşê pêk hat û ev şoreş di navbera xelk û rejîmê de bû. Lê belê piştî demekê ev armanca vê şoreşê guherî û hêzên navneteweyî ji bo berjewendîyên xwe têketin Sûrîyê. Temamê wan kesên bîyanî yên ku têketin Sûrîyê ji bo menfeatên xwe hatin ne ji bo ya xelkê.
Dewlet ji bo menfeatên xwe bi hev re dikevin pêwendîyê. Yekîtîya Ereban ji bo rewşa li Sûrîyê helwesta xwe diyar kir û got ku sînoreke Sûrîyê heye û divê ev sînor neyên îhlalkirin. Divîyabû Yekîtîya Ereban vê helwesta xwe ne nes ji bo Tirkîyê bi heman awayî ji bo Îran, Hîzbûllah, Rûsyayê jî nîşan dabana û gotibana sînoreke vî welatî heye û xwedîyê vî welatî xelkê wî ye. Lê belê ez dibêjim; helwesta Ereban pûç û betal e û tu feydaya wê tune ye. Lewra dosyaya Sûrîyê di destê Îran, Tirkîye, Amerîka û Rûsyayê de ye. Bi kurtasî hêzên navneteweyî vî karî dimeşînin. Ji ber vê yekê helwesta Yekîtîya Ereban bêfeyde ye.”
“Bi hezan xortên Kurdan hatin birin mirinê”
Muslîm di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser wan xortên ku ji teref PKK/YPGê ve hatine birin mirinê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi hezaran xortên Kurd ji bo mirinê hatin birin Raqqa, Deyrezor, Minbiç û cihên wisa û ew der hatin bidestxistin. YPG divîyabû di vê pêvajoyê de vê pirsê ji xwe kiribana: ‘Ew ê piştî vê gavê çi bibe, ew ê çi bikeve destên me? Gelo ew ê îdareya herêmê teslîmî min bê kirin yan ji kesekî din re bê teslîmkirin?’ Di peymana ku hatibû kirin de ev yek nehatibû diyarkirin. Weke ku me gotibû di navbera Amerîka û YPGê de peymaneke leşkerî hatibû îmzekirin. Ev peyman ne siyasî bû û ev peyman li dijî DEAŞê hatibû îmzekirin. Dema ku micadeleya bi DEAŞê re xelas bû Amerîka pişta xwe a YPGê.”
“Rejîm nexwest vê herêmê bide ENKSê”
Muslîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku pêvajoya şoreşê dest pê kir re rejîma Sûrîyê xwestiye bi wan re peymanekê îmze bike û kontrola herêmê bide wan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Sûrîyê li dijî dîktatorîyê şoreşeke pîroz hat destpêkirin. Ev şoreş a azadîyê û xwedîderketina li rûmeta xwe bû. Lê belê çi çaxa ku şoreşa aştîyane ber bi çekdarbûnê ve guherî di şoreşê de hinek guherîn çêbûn. Em wek ENKS û PDKS ne ji sala 2011an vir ve ji rejîmê re muxalif, em ji mêj ve jê re muxalif in. Esed heqên Kurdan pir zêde xwar. Ji ber vê yekê em ji ber di sedeman muxalifê Esed bûn. Yek ji ber ku em Kurd bûn û ya duyemîn jî ji ber ku em jî gelek ji gelên Sûrî bûn em ji rejîma Esad re muxalif bûn. Me bawer dikir ku divê li Sûrîyê mafên însanan û demokrasî hebe. Ji ber van sedeman em ji mêj ve ji rejîma Esed re muxalefet in. Çawa ku şoreş dest pê kir me jî cihê xwe tê de girt. Dema ku şoreş dest pê kir rejîmê xwest ku em bi wan re peymanekê îmze bikin û kontrola herêma Kurdan teslîmî me bike. Lê me vê yekê qebûl nekir. Ji ber vê yekê rejîmê bi PKK/YPGê re peyman îmze kir û herêmê teslîmî wan kir. Wê demê YPG pir zeîf û bêhêz bû. Di çarçoveya peymana ku hat îmzekirin de herêmên Kurdan têket kontrola YPGê. YPG piştî peymanê rabû li ser pîyan û hêdî hêdî bû xwedî hêz. Hetta dema ku DEAŞ di sala 2014an de têket Kobanê ev yek ji wan kesên ku dixwastin têketin Sûrîyê bû fersendek. Amerîka û pêşmerge hatin Kobanê û li dijî DEAŞê ji wan re bûn alîkar. Wê demê di navbera Amerîka û YPGê de peymaneke leşkerî hat îmzekirin. Trump jî dibêje me bi YPGê re peymaneke leşkerî îmze kir. Dema ku em li gotinên wan dinêrin em fam dikin ku Amerîka dibêje me birêveberîya herêmê neda we. YPGê wê çaxê di vê xalê de xeletî kir.”
PKK/YPG ji bilî Kurdan bi her kesî re hevkarî kir
Muslîm di berdewama axavtina xwe de balan kişand dijberî û dijmintîya PKK/YPGê ya li hember Kurdan û derbarê mijarê de wisa axivî:
“Ez dixwazim qala tiştekî din jî bikim. Têkilîya YPGê bi temamê kesên ku li wê herêmê bûn re hebû. Dîsa PKK/YPG ji bilî Kurdan bi her kesî re hevkarî kir û bi wan re peyman îmze kir. Lê belê bi Kurdan û ENKSê re peyman îmze nekir. Ger em jî wê rojê di nava wê birêveberîyê de hebana ew ê wê demê xortên me parêzvanîya herêmê bikira. Hetta ew pêşmerge bi xwe herêmê biparaste. Ger em him bi hêla xwe ya siyasî û bi hêla xwe ya leşkerî li wê derê bana ew ê îro rewş ne ev bana. Lê belê PKK ji ber fikra xwe ya ‘kesê ku ne ji te be û weke nefikire qebûl neke’ me qebûl nekir. YPG mey dan ji hemû kesî re vekir, lê belê pêşîya Kurdan girt û wanan ji xwe hisab nekir. YPG li ser me hisabaninan dikir. Lewra li gorî wan ger ENKSû pêşmerge derkeve meydanê ew ê xelk destekê bide ENKS û pêşmergeyan û ew ê ENKS bi hêztir bibe. Ev yek jî dê bibe sedema dawîbûna YPGê.Ji ber vê yekê PKK/YPGê ENKS û pêşmergeyan qebûl nekir û wan ji xwe nehesiband. Ger ew wê rojê wisa tevnegerîyabana ew ê îro di bin bar de nemabana. Destpêkên xelet dibin sedema encamên xelet.”
Muslîm di dawîya axavtina xwe de di bîran xist ku xelkê Feradê di nav şert û mercên zor bi zehmet de dijîn û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Divê xelkê rojhilata Feradê nekeve rewşa koçberbûnê. Ez ji vê derê bang li Kurdan jî dikim. Bila war û wargehên xwe terk nekin û heta ji wan tê bila di malên xwe de bin da ku demogragî neyê guhartin. Ew hêzên navneteweyî yên ku diyar dikin li mafên mirovan xwedî derdikevin bila li xelkê Kurdistana Sûrîyê xwedî derkevin. Ev xelk gelek zêde zirar dît, êdî bila zêdetir zirarê nebîne.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.