Avrupa Yetim Eli li Ugandayê bîrên avê davekirin
Sazîya Navneteweyî ya Alîkarîyê Avrupa Yetim Eli xebatên xwe yên alîkarîyê yên li Ugandayê didomîne.
Avrupa Yetim Eliya ku bi xebatên ku dike dilê mexdûr û êtîman kêfxweş dike li Ugandayê ji alîyekî ve ji zarokên êtîm re, malbatên mexdûr re alîkarî dike û ji alîyekî ve jî ji bo temînkirina ava paqij bîrên avê da vekirin. Ji ber bîrên ku hatin vekirin xelkê herêmê gelekî kêfxweş û şad û bextewar bû.
Alîkarê Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eliyê Huseyîn Ateş derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Ateş di daxuyanîya ku belav kir de qala ava paqij kir û destnîşan kir “Li Ugandaya Afrîkayê xebatên me yên alîkarîyê berdewam dikin. Îro me li herê mên cuda 7 bîrên avê da vekirin. Ev tê maneya ku ew ê 7 hezar însan karibin ava paqij temîn bikin. Bi vî awayî ew ê însan bi rihetî karibin avê temîn bikin. Rebbê min qebûl bike.”
Ateş di berdewama daxuyanîya xwe de bang li xêrxwazan kir û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em li benda desteka hemû kesî ne.Ew ê bi heman awayî li welatên din jî bîrên avê bên vekirin. Welatên mîna Kenya, Somalî, Bangledeş, Filistîn û Afrîka, kampên penaberan ên Arakanê dê bîrên avê bên vekirin. Em li benda alîkarîya xêrxwazan in.Mala xêrxwazên me ava be û Xweda xêra wan qebûl bike.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.