Balafira şer a aîdî koalîsyona Siûdî li Yemenê hat xistin xwarê

Balafira şer a aîdî koalîsyona Siûdî li Yemenê hat xistin xwarê

Yahya Serîyê Berdevkê Hêzên Çekdar a Yemenê Yayha Serî “ Sehaya asîmanê ya Yemenê ne cihê kêfê ye.”

Serî di berdewama daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew li Cewfa parêzgeha Yemenê balafireke şer a aîdî koalîsyona Siûd xistine xwarê.

Serî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir balafira ku hatiye xistin xwarê li Cewfê êrîşek li dar xistiye û ji ber vê yekê balafir bi roketa ku hatiye avêtin hatiye xistin xwarê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir “Sehaya asîmanê ya Yemenê ne cihê kêfê ye.Divê dijmin di vî warî de hezar carî bifikire.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.