Beden û Mizgeftên Dîyarbekirê ji erdheja Mereşê zerarê dîtin

Beden û Mizgeftên Dîyarbekirê ji erdheja Mereşê zerarê dîtin

Li gorî xebatên tespîtkirina xesarê li Dîyarbekirê 30 herêmên bedenê û 3 mizgeftên dîrokî ji erdheja Mereşê zerarê dîtin.

Di 6ê Sibatê de li navçeyên Pazarcik û Elbîstanê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Erdheja ku pêk hat li bajarên; Mereş, Entab, Riha, Dîyarbekir, Edene, Semsûr, Kinikan, Kîlîs, Hetay, Meletî û Xarpetê jî xerabûnên mezin pêk anît.

Ji teref Komeleya Parastinên Hebûna Tebîat û Çanda Dîyarbekirê ve derheqê meseleyê de daxuyanîyek hat belavkirin; di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di eserên li nav navçeya Sûra herêma tampon e û Qaleya Dîyarbekirê li wê derê ye de di 9-11 Sibatê de bi 3 rojî xebatên tespîtkirina xesarê hat kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.