Bi navê Şehîd Sacît Pîşgîn li Efrîqayê camîyek hat vekirin

Bi navê Şehîd Sacît Pîşgîn li Efrîqayê camîyek hat vekirin

Bi navê Sacît Pîşgîn ku dildarê Karwana Hêvîyê û Sekreterê Bajêr ê Edeneyê ya HUDA PARê ku di Tîrmeha 2023yan de di encama êrîşeke bi kêrê de şehîd ketibû li Benînê camîyek dihat lêkirin û ew camî hat vekirin.

Camîya ku li herêma Katukaya ku girêdayê bajara Sabayê ye, ji teref rayedarên Karwana Hêvîyê ve bi duayan hat vekirin.

Rayedarên Karwana Hêvîyê ji bo gundê Eşîra Fualatayê ku 350-400 kes lê dijîn îbadetxaneyekî vebikin dest bi kar kiribûn, rayedaran bi camîya ku lêkirinê bûn wesîleya ku hem xelkê eşîrê û hem jî xelkê herêmê bi rehetî îbadetên xwe bikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.