
Bi sedan zarok di bin şert û mercên giran de di zindanên îşxalê de tên girtin
Ofîsa Ragihandinê ya Girtiyên Filistînê ragihand ku li dijî hiqûqa navneteweyî zêdetirî 350 zarok di bin şert û mercên giran de di zindanên îşxalê de tên girtin.
Bi minasebeta "Roja Zarokên Filistînê" ku her sal di 5ê Nîsanê de tê pîrozkirin, ji teref Buroya Çapemeniyê ya Girtiyên Filistînî ve daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di sûcên hêzên îşxalker ên li hemberî zarokên Filistînî de zêdebûneke nedîtî heye. Her wiha zarok li girtîgehan rastî sûcên sîstematîk ên weke îşkence, birçîbûn, îhmalkirina tibbî û bêparkirina mafan tên."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku zêdetirî 350 zarok ku zêdeyî 100 ji wan girtiyên îdarî ne, li dijî hiqûqa navneteweyî di bin şert û mercên giran de di zindanên îşxalê de hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî 7ê Cotmeha 2023an bi taybetî li Quds û Şerîeya Rojava zêdeyî 1200 zarok hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku aqûbeta gelek zarokên ji Xezzeyê hatine desteserkirin hêj ne diyar e . (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.