Çavuşoglu sibe diçe Iraqê
Piştî rageşîya di navbera Îran û Amerîkayê de Wezîrê Karên Derve yê Îranê dê biçe Iraqê.
Ev bû çend roj ji ber ku Amerîka Fermandarê Hêzên Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî qetil kir di navbera Îran û Amerîkayê de rageşîyeke mezin hebû ku ji ber ku doh êvarî Îranê baregahên Amerîka yên li Iraqê hedef girt ev rageşî zêdetir bû.
Piştî van geşedan û rageşîyan Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê dê biçe Iraqê.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ev ziyaret ji bo kêmkirina rageşîyan tê kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.