Ceseda xortê ku di Çemê Êlihê de winda bûbû hat dîtin
Ceseda xortê ku roja duşemê ji bo girtina masîyan çûbû Çemê Êlihê û di çem de winda bûbû piştî 6 rojan hat dîtin.
Hat ragihandin ceseda xortê ku roja duşemê ji bo girtina masîyan çûbû Çemê Êlihê û di çem de winda bûbû piştî 6 rojan hat dîtin.
Yekşema borî Suleyman Çelîkê 19 salî derdora 15.00an de li Êlihê ji bo girtina masîyan çûbû Çemê Êlihê û di çem de xeniqî bû û winda bûbû.
Piştî ku 6 rojan ji ser xeniqîna Suleyman derbas bû re di encama xebatên ku hatin kirin de ceseda Suleyman Çelîk li nêzî gundê Kerikê hat dîtin.
Ceseda ji bo otopsîyê hat birin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.