Ciwanek li Êlihê di nav Çem de xeniqî
Li Êlihê ciwaneke 23 salî xwe kir nav Çemê Êlihê û di nav çem de xeniqî û canê xwe ji dest da.
Bûyer li gundê Şerbetlîyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Taha Yasîn Uras ku 23 salîye û kurê Serokê Bajarê Êlihê yê ÎYÎ Partîyê Şehmus Uras e ketîye nav çem û di demeke kurt de ji ber çavan winda bûye.
Welatîyên ku jê xeber nestandin xeberê ji cenderme û ekîbên tenduristîyê re şandin.
Piştî xeberdayînê ekîb hatin cîhê bûyerê û de dest bi xebatê kirin ku di encama xebatê de cenazeya ciwan ji nav avê derxistin.
Cenaze, ji bona ku bê otopsîkirin ji merga Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hatîye şandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.