Coronavîrus li Amerîkayê her ku diçe tesîrdartir dibe
Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 45 hezar kes bi coronavîrusê ketin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi 45 hezar û 510 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 2 milyon û 936 hezar û 890 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 219 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 132 hezar û 331 kesî.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.