Dayîkên Çewligê zêr û zîvên xwe ji Xezzeyê re bexş kirin

Dayîkên Çewligê zêr û zîvên xwe ji Xezzeyê re bexş kirin

Gelek pîrekên Çewligî bi banga alîkarîya ji bo Xezzeyê a ji teref Serokatîya Baskên Pîrek ya Bajarê Çewligê yê HUDA PARê destekê dan, ew bi zêr, zîv û pereyên xwe teslîmê Komeleya Karwana Hêvîyê kirin.

Êrîşa rejîma îşxalkeran a li dijî Xezzeyê hêj didome, di dema van êrîşan de jî di serî de ji teref xelkên welatê Îslamê li çar alîyê dinyayê ji Fîlîstînîyan re destek tê dayîn, ji sîyonîstan re jî lenet tê gotin.

“Em ji Xezzeyê re bibin rehma dayîkê”

Seroka Baskên Pîrek ya Çewligê yê HUDA PARê Zubeyde Barman îfade kir ku ew ji bona ku li hember ji zilma li Xezzeyê tê kirin re bisekinin û alîkarî û destekê bidin Fîlîstînîyan re bangekî alîkarîyê kirin, “Me banga ‘Em ji Xezzeyê re bibin rehma dayîkê’ kir û pîrekên Çewligê jî îcabet kirin. Ew tiştên xwe yên biqîmet bexş kirin, alîkarîya meddî kirin. Bila Rebbê min, ji pîrekên ku beşdarî vê bangê bûne razî be.”

Barman di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew li hember zalimê sîyonîstan li cem xelkê Xezzeyê ne, “Li Xezzeyê qetlîam û qirkirinekî gelek mezin heye. Em jî qasî ku ji destê me tê li cem xûşk û birayên xwe yên Xezzeyîyan in û em ê vê destekên xwe jî bi îzna Xwedê bidomînin. Ew bi canê xwe cîhadê dikin, em ê jî bi malên xwe cîhadê bikin û destekê bidin wan.”

“Em ji xûşk û birayên xwe yên Xezzeyê re alîkarîyên xwe bighêjînin”

Alîkarê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê yê Çewligê Mehmet Refîk Gonul, bal kişand ku ev alîkarîyên ku tên kirin gelek biqîmet in, “Em ji hemû xûşkên xwe yên ku bi banga Baskên Pîrek ya Çewligê yê HUDA PARê hatine li vê derê û alîkarîyan dikin teşekur dikin. Bi rastî jî li Xezzeyê qirkirinekî mezin tê kirin. Van zaliman radibin û ji xûşk û birayên me re êrîşekî hovana lidardixin. Em jî wek Misilmanan bi îzna Xwedê bi şiûra wehdetê hereketê bikin û heta ku ji destê me tê em ê ji xûşk û birayên xwe yên Xezzeyîyan re alîkarîyên meddî bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.