Dengbêj Kekê Îsa rehmet kir

Dengbêj Kekê Îsa rehmet kir

Dengbêj Kekê Îsayê stranbêjê Îslamî, li nexweşxaneya li Qonyeyê ku tedawî didît wefat kir.

Dengbêj Husamettîn Korhanê (71) ku bi navê Kekê Îsa dihat naskirin li Qonyeyê ji ber penceşera Kezeba Spî tedawî didît, çû bal rehma Xwedê.

Dengbêj Kekê Îsayê ku li ser êşên paşerojê bi nêrîna Îslamî disekinî, di sala 1954an de li gundê Mêranîya Hezroya Diyarbekirê hat dinyayê.

Kekê Îsa bi saya meraq û melekeyên xwe dest bi dengbêjîyê kir, gelek dengbêjên navdar guhdar kir û bi dubare kirina wwan şêwazeke xweser ji xwe re derxist.

Kekê Îsa ku serpêhatî, êş û zilma dema borî bi gotinên îslamî anî ziman, bi kaseta ku belav kir ecibandina gelê herêmê girt ser xwe.

Di temenekî biçûk de civaka Îslamê nas kir, ji bo doza Îslamê rastî gelek çewsandinê hat. Kekê Îsa yê ku di dawiya sala 1997an de ji ber zilma PKKê neçar ma ji axa ku lê dijiya koç bike, li Qonyeyê bi cih bû.

Dengbêjê ku temenê xwe yê mayî li QonyEyê derbas kir, piştî ku nêzî 4 meh berê teşhîsa pençeşêra Kezeba Spî jê re hat dîtin, dest bi tedawiyê kir.

Cenazeyê Kekê Îsa ku îro danê sibê ji ber nexweşiya giran a ku gihaştibû asta dawî jiyana xwe ji dest da, li Qonyeyê bi dûayên xizm û hezkiriyên wî ve hat definkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.