Derîyê Sînor a Kapikoy Karahudut a li Wanê ji têketin û derketina rêwîyan re hat girtin
Têketin û derketinên rêwîyan a ji Derîyê Sînor Kapikoy Karahudut a li Wanê ji doh êvarî ji nîvê şevê pêve hatin rawestandin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji ber Coronavîrusa ku li Îranê her ku diçe belav dibe û tesîra xwe zêde dike têketin û derketina rêwîyan a ji Derîyê Sînor Kapikoy Karahudutê ji bo demekê hatin rawestandin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.