Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 2091kesên din jî mirin
Li Amerîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê mirin derket nêzî 19 hezaran.
Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 2091 kes mirin û hejmara mirîyan derket 18 hezar û 777 kesan.
Li gorî agahîyên ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkins ve hatine belavkirin, hejmara kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye li ser 501 hezar û 615 kesan û bi mirina 2091 kesên din hejmara mirîyan jî derket 18 hezar û 777 kesan.
Coronavîrus tesîra xwe herî zêde li New York û New Jersey nîşan dide.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.