Di 24 seatên dawî de li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 757 kesên din jîmirin
Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji berCoronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 14 hezar û 555 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; Di 24 seatên dawî de li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 757 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 14 hezar û 555an û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin 146 hezarî derbasî kir.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.