Di çalakiya 1ê Gûlanê de ji bo Şehîdê Qudsê Hasan Saklanan re nimêja cenazeyê hat kirin

Di çalakiya 1ê Gûlanê de ji bo Şehîdê Qudsê Hasan Saklanan re nimêja cenazeyê hat kirin

Di çalakiya ku li Diyarbekirê di çarçoveya 1ê Gulanê Cejna Xebat û Piştevaniyê de hat lidarxistin de, ji bo Şehîd Hasan Saklanan ê ji Rihayê ku li Qudsê ji aliyê rejîma îşxalker ve hat qetilkirin, nimêja cenazeyê hat kirin.

Endamên sendîkayan û nûnerên STK yên ku di bin pêşengiya Memur-Sen û Weqfa Evîndarên Pêxember de li qada Sûmerparkê ya navçeya Yenîşehîra navenda Diyarbekirê kom bûn, ji bo Şehîd Hasan Saklananê ya ji Rihayê li Mizgefta Sûmerê piştî nimêja nîvro nimêja cenazeyê kirin, li qada parkê jî daxuyanî çapemeniyê hat dayîn.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Ramazan Tekdemîrê Serokê Memûr-Senê yê Diyarbekirê ve hat xwendin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.