Di cînayeta Narîn Guran de doza duyemîn hat taloqkirin

Di cînayeta Narîn Guran de doza duyemîn hat taloqkirin

Di doza Narîn Guran de, biryar hat dayîn ku girtîbûna bersûcan berdewam e û rûniştin jî ji 25ê Nîsanê re hat taloqkirin.

Narîn Guran di 21ê Tebaxê de li gundê Çilûyê ya navçeya Dîyarbekirê hatibû qetilkirin, derheqê kuştina Narînê de rûniştina yekemîn a dozê hatibû kirin.

Di doza ku li Dadgeha Cezaya Eslî ya 17emîn ê Dîyarbekirê hatibû kirin de darazandina 15 kesên ku ji wan 6 kes girtîne berdewam kir.

Di dozê de; derheqê Bîrsen, Fuat û Maşallah Guran, Mehmet Salîm Atasoyê karkerê Salîm Guran, Mehmet Şevket Kaya û Muhammed Kaya bi girtî tên darazandin, Şeyma Kaya, Hedîye Guran, Îbrahîm Halîl Guran, Bariş Guran, Kurtuluş Guran û Omer Faruk Guran û zarokên bi navê R.A. (16), M.G. (16) û Î.K. (17) de ji sûca “veşartina sûcdar” bi daxwaza cazaya hefsê ya ji 6 mehan heta 5 salan tên darazandin.

Bersûcên girtî di bin ewlehîyeke mezin de ji Dadgeha Dîyarbekirê re hatin anîtin.

Di rûniştina doza ku bi girtî hat dîtin de, temamê 15 sûcdaran û parêzêrên wan jî amade bûn.

Dadgeh, dozê ji 25ê Nîsanê re taloq avêt û biryar dar ku girtîbûna sûcdarên girtî berdewam e.

Di doza ewil de dîya Narîn Guran Yuksel Guran, birê wê Enes û apê wê Salîm Guran cezaya muebbeta ku hatîye girankirin girtibûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.