Di Derîyê Sînora Xabûrê de 245 kîlo tiryaka bi av hat bidestxistin
Ekîbên Mihafazaya Sînorê, li Derîyê Sînora Xabûrê di nav tirekî de lêgerîn li dar xistin, di encama lêgerînê de di nav depoya tirê de 245 kîlo metamfetamîna bi av hat bidestxistin.
Tirekî ku ji Iraqê dihat Tirkîyeyê, li ser şibheyê hat kontrolkirin. Di encama kontrolê de di alîyê depoya sotemenîya tirê de tiryaka bi navê metamfetamînê hat bidestxistin.
Hat dîyarkirin ku derheqê bûyerê de mirovên şikdar hatin binçavkirin û ji teref Serdozgerîya Komarî ya Sîlopîyê ve tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.