Di Dîwana Serokatî ya HUDA PARê de guherîna wezîfeyan
Bi tensîpa Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di Dîwana Serokatî ya HUDA PARê de guherîna wezîfeyan hat kirin.
Di Dîvana Serokatiya HUDA PARê de serastkirineka nû hat kirin.
Li gor vê; Îshak Sağlamê ku li gel Cîgirê Serokê Partiyê Serokê Mafên Mirovan û Hiqûqî ye, bi serastkirineka nû re tenê wek Cîgirê Serokê Partiyê wê wezîfeya xwe berdewam bike.
Ji Serokatiya Heqên Însanî û Karê Hiqûqî re jî, Parlementerê Êlihê û Berdevkê Partiyê Serkan Ramanli hat wezîfedarkirin.
Piştî ku Serkan Ramanli bû Serokê Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê, Endamê Lijneya Rêvebiriya Giştî Mahmut Îrtem wek Serokê Têkiliyên Xelkê hat tayînkirin.
Huseyîn Îmîrê ku wezîfeya Serokatiya Karê Polîtîqayên Ciwanan dikir, ji Alîkariya Serokatiya Teşkîlatê re hat anîtin. Parlementerê Mêrsînê Farûk Dînç jî bû Serokê Polîtîqayên Ciwanan.
Li şûna Serokê Giştî yê Karûbarên Civakî Hasan Şahîn jî, endamê Lijneya Îdarî ya Giştî û Berdevkê Partiyê Yunus Emîroğlu bû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.