Di encama qulibîna otobusa şaredarîyê de 5 kes canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin li Trabzonê otobuseke aîdî şaredarîyê gindirî şarampolê.
Qeza li navçeya Akçabatê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa ku aîdî şaredarîyê bû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Fadime Akgün (55), Azra Akgün (4), Yusuf Değirmenci (65) û Ayşe Zengin (55) canê xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.