Di erdheja Japonyayê de hejmarê mirîyan derket 92 kesan
Roja çarşembê li wîlayeta Îşîkawaya Japonyayê erdhejekî mezin pêk hat û di encama wê erdhejê de hejmarê mirîyan derket 92 kesan.
Li wîlayeta Îşkawaya Japonyayê roja çarşembê di seat 08.00an de di mezinahîya 7,6an de erdhejek pêk hatibû.
Li herêma ku erdhejên biçûk hêj didomin, hejmarê mirîyan jî derket 92 kesan.
Walîtîya Îşkawayê îfade kir ku ji 300î zêdetir birîndar di nexweşxaneyê de tedawîyê dibînin.
Li giştîyê herêmê ji 40î zêdetir însan hêj di bin kavilan de ne, ji 240 kesan zêdetir mirov jî hêj aqûbeta wan nayê zanîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.