Di erheja li Myanmarê de hejmarê mirîyan derket 3 hezar û 354 kesan

Di erheja li Myanmarê de hejmarê mirîyan derket 3 hezar û 354 kesan

Di erdhejên ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de hejmarê mirîyan derket 3 hezar û 354 kesan.

Di 28ê Adarê li Myanmarê du erdhejên mezin pêk hatin, di encamê de gelek mirî û birîndar çêbûn.

Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de hejmarê mirîyan derket 3 hezarû 354 kesan, hejmarê birîndaran jî 4 hezar û 850 kes in.

Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê 653 kesan ji bin kavilan derxistin, ji bo ji 200î zêdetir mirovên winda jî xebat berdewam dikin.

Li nêzê herêma Sagainga Myanmarê, di 28ê Adarê de di mezinahîya 7,7, û 6,4an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Erdhej, li welatên cîran wek Tayland û Çînê jî hat hîskirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.