Di hilweşîna li Xarpêtê de 2 madenvan sax hatin derxistin
Walîtîya Xarpêtê, daxuyand ku di hilweşîna li navçeya Paloyê de 2 karler hatin xelaskirin, ji bo 2 karkeran jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hat belavkirin de îro di seat 10.04an de li gundê Xamila Jêra Paloyê di kana kromê de ku aîdê şîrketekî taybet e hilweşîn pêk hat.
Hat îfadekirin ku di encama hilweşîna kanê de 4 karker di bin de man, ji wan jî 2 kes di encama xebatên xelaskirinê de bi saxîtî hatin xelaskirin û ji bo du karkerên dinê jî xebat hêj didomin.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin derheqê bûyerê re tehqîqatên edlî û îdarî hatine destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.