Di operasyona PKKê ya li Diyarbekirê de 2 ton û 379 kîlo esrar hat bidestxistin
Walîtîya Diyarbekirê destnîşan kir esrara ku li Lîcê û Hênê hatine bidestxistin hatine xistin bin muhafazayê.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hat belavkirin de hat diyarkirin operasyona ku di 20ê Çileyê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin; di encama operasyona ku hat lidarxistin de 2 ton û 379 kîlo esrar hat bidestxistin û 3 kozik û 3 mewzîyên çavdêrîyê hatin îmhakirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.