Di roja 452yemîn de qirkirina Xezzeyê
Ji ber ku qirkirina ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê tê kirin dikeve roja xwe ya 452yemîn, êrîşên li ser herêmên cuda dewam dikin.
Sîyonîstên îşxalker ji 7ê Gulanê va li Refah û nuqteyên curbecur ên Xezzeyê îşxala xwe ya bejahîyê didomînin.
Bakurê Xezzeyê bi taybetî Kampa Cibaliya û Beyt Lahiyê ev bû 88 roj in di bin dorpêç û êrîşên îşxalkeran de ne. Li bakurê Xezzeyê êrîşên hewayî û bi topan ên dijwar têne kirin.
Îşxalkeran di roja 68emîn de astengkirina xebatên parastina sivîl ên li bakurê Xezzeyê bi darê zorê didomînin, tê diyarkirin ku ji ber êrîşan bi hezaran kes ji alîkariyên tibbî û însanî bê par mane.
Îşxalkeran careke din bi topan êrîşî herêmên Ebû Şerîa û Ebdulal ên li başûrê Taxa Es-Sebra ya li başûrê bajarê Xezzeyê kirin.
Di encama hedefgirtina Kolana Ehmed Fîkrî Ebû Verde ya li herêma Cibaliya En-Nezle de welatîyê bi navê Bîlal Hemîs El-Banna yê Filistînî şehîd bû.
Tankên artêşa îşxalker ên li taxa Ez-Zeytûn a bajarê Xezzeyê bi cîh bûne gule li malan reşandin. Navenda Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber hewaya sar derketîye 7an û dibe ku ev reqem zêdetir bibe.
Bi dehan kon li navend û başûrê Xezzeyê bi ava baranê tijî bûn. Şaredarîya Xezzeyê da zanîn ku ji ber şert û mercên hewayê yên xirab û barana zêde mirovên koçber di konan de di nava şert û mercên dijwar de dijîn û ji bo alîkarîya kesên ji ber baranê zirar dîtine derfetên wan nîn in. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.