Dîyarbekir ji bo Refahê daket meydanan
Ji bona ku êrîşê rejîma îşxalker li Refahê li dar xist û ev bû 8 meh e li dijî Xezzeyê didomîne Dîyarbekirîyan xwe daxistin qadan û meş lidarxistin.
Li Dîyarbekirê sazîyên civakî ya sîvîl ya Îslamî di seatên nimêja mexrîbê de li ber Camîya Dîclekentê kom bûn û heta Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê meşîyan û dûre daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xistin.
Di bernameyê de daxuyanîya çapemenîyê ji teref Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê Memur-Senê Ramazan Tekdemîr ve hat xwendin.
Tekdemîr destnîşan kir ku îsraîl doh êvarê îddîa kir ew der herêma ewlehîyê ye û li ser serê Fîlîstînîyên ku li wê derê kom bûne bi tonan bombeyan avêtin, sîvîlên mesûm yên ku di nav konên ku bi potan hatibûn çêkirin de dijîyan şewitîn û ji 100î zêdetir Fîlîstînî şehîd ketin, bi sedan jî birîndar bûn.
“Milyon û 400 hezar însan li ber Derîyê Refahê ji birçîbûnî, bêavî û mirinê re hatine terkkirin”
Tekdemîr di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ev di van êrîşên wehş û hovane de mirovên ku can didin dîmenên wan hatin berçavên me û dilê me peritandin, “Van êrîşan, ji nirxên însanî û hiqûqa navneteweyî re cuda hatine kirin, mafê jîyana sîvîlan îxlal kirîye û her hûrgilîyên wî jî bi wehşetî hatîye plankirin. Rejîma sîyonîst a îşxalker nêzê 100 salan e li dijî xelkê Fîlîstînê bi sîstematîkî zilmê dike, ji 7ê Cotmehê vir ve jî pileya şîdeta xwe derxistîye pileya qetlîamê û domandîye. Van qetlîaman pîrek û zarok jî di nav de hemû xelkê Xezzeyê tesîrdar kirîye.
Tekdemîr, “Îro tam 234 roj e rejîma îşxalker tu qanûnî qebûl nake û li hember xelkê Fîlîstînê sûcan li dar dixe heq û mafên wan îxlal dike û sûcên xwe yên qirkirinê didomîne. Rejîma sîyonîst a ku cudahîya pîrek, zarok û îxtîyaran nake êrîşan li dar dixe, qaşo di bin navê parastinê de êrîşan li dar dixe û bi wan êrîşên xwe jî sûcên herbê li dar xistîye. Di raporên Neteweyîn Yekbûyî de jî derbas dibe ew çekên kîmyewî bikarxistîye, li dijî nexweşxane, dibistan û îbadetxaneyan ku di dinyayê de ji vana re êrîş qedexene bombeyan avêtîye û wan tarûmar kirine, li Xezzeyê cîhekî ku mirov li wê derê jîyana xwe derbas bike nehiştîye û bi vê şeklê jî Milyon û 400 hezar însanan li ber Derîyê Refahê ji birçîbûnî, bêavî û mirinê re terk kiriye.”
“Em li hember dîmeneke ku ji ber xelayê mirin zêde bûne, hûrkirin tê bikaranîtin û bêheysîyet jî derketîye asta bilind in”
Tekdemîr di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku hemû dinya deqîqe bi deqîqe bi zindî wan qetlîam û qirkirinan dişopîne, xeyn ji wijdanên birehm hemû kes gohên xwe girtine û ti otorîteyekî tineye ku gavekî bavêje:
“Li Xezzeya ku di her 10 deqîqeyê de zarokek û di her du seatê de jî pîrekek şehîd dibe, hejmarê şehîdan jî gihaştîye 36 hezaran, hejmarê birîndaran jî gihaştîye 80 hezaran û hejmarê mirovên ku alîkarîya însanî ji wan re nagihêje jî milyonekî derbas kirîye. Di serî de nexweşxaneya Şîfayê ku li Xezzeyê nexweşxaneya herî mezin e û ti nexweşxaneyek niha nikare xizmeta tenduristîyê bide, cîheke ku mirov li wê derê îbadetê bike nameye. Em li hember dîmeneke ku ji ber xelayê mirin zêde bûne, hûrkirin tê bikaranîtin û bêheysîyetî derketîye asta bilind in.”
Tekdemîr, “Neteweyên Yekbûyî, sazîyên alîkarîya navneteweyî û sazîyên civaka sîvîl heta niha li Xezzeyên alîkarîyên ku bi qasî dendikekî jî nînin bikar anîtîne. Van alîkarîyan ji bona ku wê xelayê, birçîbûnîyê û nexweşînan ji holê rabike qîm nake û Xezzeyê jî terka serê xwe dihêle.”
“Dema ku mesele mesela Fîlîstînê be hiqûqa navneteweyî hatîye jibîrvakirin û ketîye nav xewê”
Tekdemîr destnîşan kir ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê 77 ton bombe hatîye şixulandin, ji milyonekî zêdetir însan ji cîhê xwe bûne û li ber derê Refahê hatine tijîkirin û dorpêçkirin, di demên dawîn de ji teref hinek sazîyên navneteweyî ve gav hatine avêtin lê ew jî ne xema rejîma îşxalkeran e.
“Ew ê ku bi me Misilmanan dikeve poşandina tewra ku bawerîya me ji me re emir dike û sekineke bi îzzet e”
Tekdemîr di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku dinya li hember Xezzeyê bêdeng dimîne û Tûgayên Îzzeddîn El Qessam jî micadeleyeke bi nav û deng nîşan dide, “Hemû sazî û derdorên dinyayê li hember vê qirkirinê bêdeng dimînin. Di nav hemû van tinebûnîyê de komeke heye ku îzzeta ummetê girtîye li ser xwe, axa xwe diparêze, rûmeta însanîyetê girtîye li ser milê xwe û micadeleyê dike. Em micadeleya berxwedanê ji dil û can pîroz dikin, şehadeta şehîdên wan jî pîroz dikin.”
Ayeta “Hinek ji mominan hene ku soza ku ji Xwedê re dane bi cîh anîtine, hinekên wan di rêya wî de canê xwe dane, hinekên wan jî li bêvîya ecelên xwe ne; sozên xwe tu dem neguhertine.” Hat xwendin û weha hat gotin, “Ew ê ku bi me Misilmanan dikeve poşandina tewra ku bawerîya me ji me re emir dike û sekineke bi îzzet e. Em ê bi hemû îmkanên xwe seferber bibin û bi duayên xwe bi wan re bin.”
Tekdemîr di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku divê em qadan vala nehêlin û çalakîyên bidomînin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.