Dîyarbekiriyan ji bo nimêja terewîha ya ewil herikîn mizgeftan
Diyarbekiriyên ku ji bo nimêja terewî ya ewil a ku vê êvarê dest pê kir herikîn mizgeftan, ji 7an heta 70ê salî bi atmosfera manewî dest bi meha Remezanê kirin.
Piştî nimêja muxurbe Diyarbekiriyên ku tevî jin û mêran, zarok û pîr û kalên xwe herikîn mizgeftan, piştî nimêja ‘îşa ji bo nimêja terawîhê rawestiyan.
Melayê Mizgeftê beriya nimêja ‘îşa ji Diyarbekirên ku li mizgeftan qelebalix bûn li ser xweşiyên exlaqê îslamê w’az û nesîhet kir.
Mislimanên ku ji bo nimêja ‘îşa rawestiyan dema ku muezîn îqame anî, nimêja teravîhayê digel selewatan eda kirin.
Mislimanan piştî nimêja teravîhayê nimêja xwe kirin û niyeta rojîyê anîn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.