Dolar derket 5,85 lîreyan
Piştî daxuyanîya Amerîkayê ya derheqê Tirkîyê de dolar derket 5,85 lîreyan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh derbarê Tirkîyê de ji ber îhtîmala operasyona ku dê ji teref Tirkîyê ve li rojhilata Feradê bê kirin de daxuyanîyek belav kir.
Trump di daxuyanîya xwe de destnîşan kir “ Berî niha jî min bi şikleke ciddî gotibû, niha ez dixwazim vêcarê jî bînim zimên. Ger Tirkîye tiştekî ku bi eqlê min nekeve bike, ez ê wê demê dibêjim; ez ê îqtîsada Tirkîyê ser û bin bikim û ji holê rakim. Min berî niha vê yekê kir.”
Piştî vê daxuyanîya Trump li Tirkîyê dolar ji doh ve zêde dibe û îro gihaşt derket 5,85an.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.