Dr. Newwaf Tekrurî: Ji cîhê serokên ku şehîd bûbe re serokên ku ew ê îşxalê dawî bikin hatine perwerdekirin
Dr. Newwaf Tekrurî: “Ji cîhê leşker û serokekî ku di encama suîqestê de hatîye şehîdkirin re bi sedan ciwan ên ku ji bo dawîbûna îşxalê planan dikin hatine perwerdekirin.”
Serokê Yekîtîya Alimên Fîlîstînê Dr. Newwaf Tekrurî derheqê şehîdbûna şehîd Salîh El Arûrî ku li Beyrûtê di encama suîqestekî de hatibû şehîdkirin de axivî û weha got, “Ji cîhê leşker û serokekî ku di encama suîqestê de hatîye şehîdkirin re bi sedan ciwan ên ku ji bo dawîbûna îşxalê planan dikin hatine perwerdekirin.”
Tekrurî derheqê êrîşa terorîstan a li ser serokên berxwedanê têne lidarxistin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir, “Em ji sîyonîstan re veya dibêjin! Van suîqestan nikarin zerarê bidin micahîdan û ew ê qeweta wan jî neşkîne. Bileqs van êrîşan di rêya wan ê cîhad û zeferê de ew ê qerarbûnîya wan zêdetir bike. Îşxalkeran gelek caran li dijî serokên berxwedanê ên di nav welat û derveyê welat de suîqestan ceribandin. Ji hemû cîhên leşker û serokên berxwedanê ên ku bi suîqestê hatine şehîdkirin re bi sedan ciwanên ku ji bo dawîbûna îşxalê planan dikin hatine perwerdekirin. Ji ber vê yekê em ji îşxalkeran re dibêjin, bi îzna Xwedê ew ê van xwînan, wek lanetekî li ser te bibare. Îmaja we yek û yeksan bûye. Wexta we tijî bû. Yên ku nizanibûn hîn bûn ku hûn çiqas tirsonek û xerabûyî ne. Ji xwe em zanibûn hûn mirovên çawan in.”
Tekrûrî di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku rejîma îşxalker li hember berxwedanê di nêzê tunebûnê de ye, “Em di şopa zefer û xelasîyê de ne. Em zanin ku di rêya xelasîyê de gerek em fedekarîyan bikin, şehîdan bidin, xwînê birêjînin û gazîyên me çêbibin. Em ji hemû van tiştan re amade ne û hûn zanibin ku ji bona van tiştan em bi hev re ketine nav pêşbirkekî. Ev îşxal bi îzna Xwedê hindik maye ku tune bibe. Zefer nêz e û înşaallah ev zefer jî mimkin e. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.