Ebû Ubeyde: Em bîadê li Fermandar Yahya Sînwar dikin
Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam yê baskê leşkerî ya HAMASê, girêdaybûna xwe ya ji Yahya Sînwar re ku ji serokatîya biroya sîyasî ya HAMASê re hatibû hilbijartin daxuyand.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde weha got, “Tûgayên Qessam, ji Fermandar Yahya Sînwar re bîad dike û teyîd dike ku ew ji bicîhanîtina biryarîn wî re amade ne.”
Di daxuyanîya Ebû Ubeyde de weha hat îfadekirin, “Tûgayên Qessam, bijartina Yahya Sînwar a ji cîhê fermandarê me Îsmaîl Henîyye ku hatîye şehîdkirin, wek nîşana zindîbûn û qeweta tevgerê dibîne.”
Ji cîhê Îsmaîl Henîyye ku di 31ê Tîrmehê de bi sûîqestekî qelleşî hatibû şehdîkirin re Yahya Sînwar hat bijartin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.